Kok ne diyar e hincet heman e: Di bin navê sunetê de îşkenceya zayendî (2)

  • 09:07 11 Tebax 2020
  • Dosya
‘Sunnet’ û rastiya Somaliyê
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Somaliyê di bin navê sunetê de îşkenceya zayendî di qanûnan de wek sûc bê dîtin têr nake. Îşkenceya mijara gotinê ye îro jî dibe sedema mirina gelek zarokan.
 
Suneta di qada navneteweyî de wek binpêkirina mafê mirovan tê qebûlkirin ji bo giştî bê rakirin rêbazên cuda tê tercîhkirin jî hîna neqedyaye. Li zanîngeha Calîfornia, Gerry Mackîe di mijara sunetê de lêkolîn hat kirin û li gorî vê yekê li Rojvayê Somaliyê heta Senegalê û ji başûrê Misirê heta Tanzanyayê 27 welatên Afrîkayê, Endonezya, Herêma Federal a Kurdistan û Yemenê ev îşkence pêk tê. Li 30 welatî ji 200 mîlyonî zêdetir jin û zarok di bin navê sunetê de rastî îşkenceya zayendî tên. Li 27 welatên Afrîkayê di bin navê kevneşopî û çandî de ev îşkence tê jiyîn. Em di vê başa dosyayê de rewşa li Somaliyê digirin dest.
 
Piranî li gundan tê jiyîn
 
Li welat ji sedî 100 îşkenceya sunetê tê jiyîn, di 1948’an de hat qedexekirin lê hîna dijî. Li welatê ku serjimar ji sedî 75 yên li gundan dijîn û koçber in ji sedî 95’ê jinan rastî vê îşkenceyê tên. Bi vê re jî gelek pirsgirêkên tenduristiyê tên jiyîn carna bi mirinê encam dibe.
Bi giştî zarokên keç yên navbera 5 û 10 salî de rastî vê îşkenceyê tên û ev jî pêşeroja jinan diyar dike. Zarokên sunet nabin jî ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin. Jinên nayê qebûlkirin jî piranî dikevin tora fuhuşê. Dr. Nahîd Toubîa ku di vê mijarê de lêkolîn kir diyar dike ku îslam vê pêşniyar nake.
 
Tevgera li Afrîkayê mezin bû
 
Li dijî vê îşkenceya ku nayê qebûlkirin di salên dawî de li Afrîkayê tevgerek heye. Gelek jinên ji vê tevgerê re pêşengî kirin ji bo qedexekirin û rakirina vê pêkanînê kampanya dan destpêkirin. Rêxistina Jinan a Demokratîk ya Somalî (SWDO) û Koma Jinan a Îtalyan li dijî vê kampanya dan destpêkirin lê bi encam nebû.
 
Li gorî nûçeyek BBC’ê di Adara 1993’an de li Somaliyê Fona Nifûsa Netewa Yekbûyî (UNFPA) pêşnûmeyek amade kir, lê derbarê pêkanîna vê de tu tiştek şênber tune.
 
Xebatek berbiçav tune
 
Her wiha li welat der barê ku nêrîna der barê vê îşkeceyê de biguhere jî xebatek, lêkolîneke şênber ya mijra gotinê ye tune. Di xebatên tê kirin de jî nêrînên ku piştgiriyê didin îşkenceyê dertên holê. Li gorî encama anketan ev îşkence hem wek binpêkirina maf tê dîtin hem jî piştgiriyê didinê.
 
Ji sê heban du kes rastî vê pêkanînê tên
 
Li welat di 1990’î de bi şerê navxweyî yê hat despêkirinê re di bin navê sunetê de heta niha gelek mirin hatin jiyîn. Di nûçeya Washîngton Post ya 20’ê Tîrmeha 2012’an kampanyaye li dijî îşkenceyê ya ku Midûra Giştî ya Navendî ya Perwerdehiyê Hawa Aden Mohamed cih girt. Wê demê zaroka 10 salî ji ber sunetê jiyana xwe ji dest dabû û destpêkirina kampanyayê di vir de bi bandor bû. Li gorî lêkolînan ji sê heban du kest rastî vê pêkanînê tên.
 
Li gorî nivîseke di Inter Press Service News Agency’de (IPS) hat weşandin tevî di qada navneteweyî de ev pêkanîn qedexe ye jî wek çanda xwecihbûnê cih digire. Di 2013’an de li Punt Landê biryarnameyeke olî der barê qedexekirina pêkanînê de hat weşandin. Di Adara 2014’an de ev biryarname bi awayekî fermî hat erêkirin. Her wiha di 25’ê Tîrmeha 2018’an de li welat cara yekemîn ji bo zaroka jiyana xwe ji dest dabû doz hat vekirin. Li gorî anketetê li bakurê welat ev pêkanîn hinek kêm bûye. Aktîvîst diyar dikin ku ev pêkanîn bi teşeyên cuda didomin. Aktîvîstên herêmî diyar dikin ku wê ev li Somaliyê ji çandekê derbikeve.
 
Sibehê: Qedexe ye lê di gotinê de: Li Gîneyê di bin navê sunetê de îşkenca zayendî