Jiyan Ay a di greva birçîbûnê de daket 35 kîloyî

  • 09:21 13 Gulan 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Jiyan Ay a li dijî tecrîdê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye û di vê pêvajoyê de daket 35 kîloyan, rewşa wê ne baş e. Dayika wê Ayhan Ay wiha got: “Bi wê re nexweşiya helîna hestiyan heye. 3 mehan cezayê ragihandinê danê. Em agahiyê jê nagirin. Bi parêzeran re hevdîtinê nikare bike. Divê em van zarokên ku ji bo jiyanek xweş têdikoşin, bidin jiyîn.”
 
Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin didomin. Di 30’ê Nîsanê de 15 girtiyî dest bi rojiya mirinê kirin û di 10’ê Gulanê de jî 15 girtiyên din tevlî rojiya mirinê bûn.
 
Rewşa girtiyên di grevê de her diçe xera dibe. Xizmên girtiyan jî bang dikin ku divê deng bidin dengê girtiyan û daxwazên wan bên cih.
 
‘Bi jiyanê re helîna hestiyan heye’
 
Jiyan Ay a 22 salî di pevçûnên li Nisêbîn a Mêrdînê ya navbera salên 2015-2016’an de hat girtin û ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye. Jiyan di roja 19’yê çalakiya wê de bi 3 hevalên wê re ji girtîgeha Tîpa L ya Panosê surgunê girtîgeha Tîpa T ya Qeyseriyê kirin.
 
Jiyan a 45 kîlo bû bi grevê re daket 35 kîloyî. Dayika wê Ayhan Ay wiha got: “Di qedexeyên Nisêbînê de hat girtin. Salekê li girtîgeha Mîdyatê ma. Piştre surgunê Panosê hat kirin. 3 sale girtiye. Çend meh berê surgunê Qeyseriyê hat kirin. Daketiye 35 kîloyan. Helîna hestiyan bi wê re heye. Rewşa jiyanê qet ne baş e. Divê tecrîd demildest rabe. Divê ev zext bi dawî bin.”
 
Ayhanê daxuyakirin ku di axaftina dawî ya bi keça wê re, dengê keça wê ne baş bûye û piştî wê telefonê jî cezayê ragihandinê yê 3 mehan lê hatiye birîn. Ayhanê bang li hemû kesî kir ku divê zarokên ku ji bo jiyanek xweş têdikoşin, bidin jiyîn.