Jinên Hesekê piştgiriya dayikên Bakur dikin

  • 09:28 13 Gulan 2019
  • Rojane
HESEKÊ - Jinên Hesekê ji bo piştgiriya dayikên Bakur wê dest bi çalakiyan bikin. Jinên Hesekê derbarê vê yekê de nêrînên xwe anîn ziman û gotin:"Ev tiştê ku polîs li ser dayikê me dikin şermek mezin e. Ji bo kesên bêdeng dimînin jî ev şermek mezin e. Divê em wan dîmenan ji bîr nekin û ser de derbas nebin. Ew çawa dikarin wiha li dayikên me bikin? Em hemû şagirtên Leyla Guven in û heta dawiyê em ê bi hevalên xwe yên ketine gireva birçîbûnê re têkoşîn bikin."
 
Çalagerên girvên birçîbûnê yên bi pêşengtiya hevseroka KCD û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven di roja xwe ya 187’an de didome.
 
Bi pêşengiya Kongreya Star dê jinên herêma Cizîrê meşek girseyî ji bo piştgiriya dayikên li pêşiya girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên rûniştinê pêk anîn û ji aliye polîsên tirk ve tên derbkirin, li dar bixin. Tevî ewqas astengî û lêdanê jî dayik dest ji zarokên xwe bernadin û çalakiyên xwe berdewam dikin. Endam û rêvebirên Kongreya Star ên bajarê Hesekê gotin ku ew li pişta dayikên Bakurê Kurdistanê ne û heta ji wan bê ew ê piştgiriya wan bikin. 
 
‘Hêrsa me mezin e’
 
Rêvebera Kongreya Star a navçeya rojhilatê bajarê Hesekê Enûd Seîd Xelo hêrsa xwe ya li heberî dîmenê lêdana dayikan bi van gotinan anî ziman: “Ev tiştê ku polîs li ser dayikê me dikin şermek mezin e. Ji bo kesên bêdeng dimînin jî ev şermek mezin e. Divê em wan dîmenan ji bîr nekin û ser de derbas nebin. Ew çawa dikarin wiha li dayikên me bikin? Em hemû şagirtên Leyla Guven in û heta dawiyê em ê bi hevalên xwe yên ketine gireva birçîbûnê re têkoşîn bikin. Çalakiyên me wê berdewam bin heta ku dinya hêrsa me bibîne û li me vegere.”
 
‘Êdî nema tê qebûlkirin’
 
Endama Kongreya Star Hediya Mihemed jî hovîtî û îşkenceya polîsan li ser dayikan şermezar kir û wiha got: “Eger Erdogan wijdanê wî hebaya ev tişt ne dikir. Tevî ku îşkenceyên polîsan li ser dayikan dikin lê dayik li ser biryara xwe danakevin û piştevaniya zarokên xwe dikin. Êdî ev tiştên  Erdogan dike nema tê qebûlkirin. Em ê li hemberî hovîtiya wan bêdeng nemînin. Heta dawiyê em ê jî piştgiriya zarokên xwe bikin.”