Cejna Zimanê Kurdî pîroz be

  • 09:32 15 Gulan 2019
  • JI PÊNÛSA JINAN
Munevver Karademîr
 
Ziman hêmana bingehîn a hebûna gelan e. Dema ziman nebe ew gel tune dibe, ji xwebûna xwe dertê, ji hev belav dibe û bi demê re winda dibe. Ji ber wê xwedîderketina li zimanê xwe xwedîderketina li hebûn û li civaka xwe ye. 
 
Îro 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ye. Dizanim wê gelek kes, sazî û rêxistinên berpirsiyar vê rojê bi gelek daxuyanî û gotinanên radîkal pîroz bikin û derbas bin. Heta wê hinek ji wan van daxuyaniyên xwe jî bi zimanê serdestên kurdan binivîsin, bidin û derbas bikin. Bi vê minasebetê min jî xwest ji gotinê wêdetir bi hestên xwe îro balê bikşînim ser girîngiya zimanê dayikê û bi taybetî nebikaranîna zimanê kurdî. 
 
Her civak bi çand wêje û dîroka xwe heye. Ji bo ku tu van biparêzî û bibî civakek ji civakên li ser rûyê cîhanê jî pêdivî bi alavekê heye ku ew jî ziman e.  Zimanê dayikê çeka herî bi hêz ya parastinê ye. Carna bêdeng carna bideng e. Lê ziman pêdivî bi radîkalbûnê nabîne û wekî hembêza dayikê bi nermî û germî mirov hembêz dike û diparêze. Zimanê dayikê şêrîn e hemû tiştî zelal bi te dide nasandin, te pêşve dibe bîra te fireh dike. Dema tu dibî xwedî nêrînekê tu dibînî ku tu bi zimanê dayika xwe gelek xwe hêsan tînî ziman. Baweriya te bi te zêde dibe. Wekî şîrê dayikê bi ekl e, dema tu bi kar tînî tu xwe baş hîs dikî û bi hebûna xwe bextewar dibî. Lê ziman zindî ye dema ku tu bikar neynî dimire.  Dibe ku ji hin kesan re xerîb bê lê pediviya ziman jî bi hezkirinê heye. Bi hezkirina min, ya te yê din heye. Dema ku vê nebîne dimire û bi mirina xwe re min jî te jî û yê din jî dikuje. Bi vê helwesta xwe jî mafdar e ji ber ku em xwe bixwe xwe tînin vê astê û em xwe ji zimanê xwe yê şîrîn bêpar dihêlin.
 
Dema ku tu bimirî tu  tenê dimirî, li pey te  gelek tişt dimînin. Lê dema ku zimanê te bimire çanda te wêjeya te, dîroka te, hunera te, coş, kêfxweşî, xemgînî û hestên te jî bi xwe re dibe. Hemû berhemên te afrîneriyên te li gel xwe dibe. Tu bi temamî ji ser rûyê cîhanê têyî jêbirin û nema têyî naskirin. 
 
Ger ku tu zimanê xwe zanibî dema tu bimirî dibe tu miroveke/î ji rêzê bî lê wê nifşên piştî te bi zimanê te li dû xwe hiştiye bidin jiyîn, dibe ku tu hunermendek bî dema tu nebî wê hinekî din hestên te êşên te bi stranên  te yên navdar ku te li dû xwe mîrasa te bi zimanê xwe hiştiye civaka te bide jiyîn, dibe tu nivîskarek bî, ger ku te bi zimanê xwe nivîsî be wê wêjeya aîdê te dewlemend bike, dibe tu sînemavan bî berhema te hiştiye wê sînemaya civaka te dewlemend bike û hwd. Mînak dikarin bên zedekirin. Bi kurtasî di dema xwe de û piştî xwe ji bo ku tu bikaribî hebûna xwe û civaka xwe biparêzî pêdiviya te bi zimanê dayika te heye û divê tu li zimanê xwe xwedî derê.
 
Dibe ku mirov gelek zimanan zanibe ev dewlemendiyek bi serê xwe ye. Ew mirovên  kurd ku dibêjin zimanê dayikê li pêşiya hînbûna zimanên din dibe asten divê baş bizanin ku pispor dibêjin ji bo ku tu zimanên din jî baş hîn bibî û neheqiyê li wan nekî di serî de pêdiviya te bi zimanê te yê dayikê heye. Ger ku tu zimanê dayika xwe hîn nebî tu yê nikaribî wan zimanan jî baş hîn bibî û tu yê  di tevahiya jiyana xwe de xwedî bîreke bi mij û duman bî ku tu nikaribî çi tiştê bixwazî  pêk bînî.
 
Helbet ev hemû kêmasî ne ji me û civaka me diqewimin. Serdest baş dizan ji ber wê jî dema welatekî dagir dikin di serî de êrîşî zimanê wan dikin wekî ku êrîşî zimanê kurdî dikin. Nahilên bi zimanê xwe perwerde bibin, bi zimanê xwe hilberînin. Ji ber ku ew girîngiya ziman baş dizanin. Lê ger ku em jî divê ferqê debin divê em li zimanê xwe xwedî derên. Ev têkoşîna girîgn a li dijî dagirkeriyê ye.  
 
Bi hêviya ku her kurdek bi zimanê xwe biaxive û biparêze, Cejna Zimanê Kurdî di serî de li dayikên kurd ên têkoşer ku zimanê kurdî heta roja îro ji me re ragihandine û li Gelê Kurd pîroz be.