Li Nisêbînê serdegirtinên malan

  • 08:58 15 Cotmeh 2019
  • Rojane
MÊRDÎN - Di serdegirtinên malan ku hatin kirin de di nav de hevşaredar Semîre Nergîz û Ferhah Kut jî heye gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Piştî operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Navçeya Nisêbînê ku wekî qada şer e vê sibehê bi ser gelek malan de hat girtin û di nav de Hevşaredarên Nisêbînê Semîre Nergîz û Ferhat Kut jî heyeî gelek kes hatin binçavkirin. 
 
Herwiha bi ser 'Maseya Krîzê' ku li Nisêbînê  ji bo piştevaniya welatiyên ji êrîşan zerar dîtin hat avakirin de jî hat girtin. Polîsan li wê jî çena xebatkarekî şaredariyê şikandin û yê din jî ji çena xwe birîdar bû. 
 
Kesên hatin binçavkirin birin muduriyeta Emniyetê. Herwiha hat diyarkirin ku li avahiya Şaredariya Nisêbînê jî ji aliyê polîsan ve lêgerîn hatiye kirin.