ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2019'AN

  • 09:00 15 Cotmeh 2019
  • Rojev
*18’emîn Daîreya Cezayê ya Dadgeha Edliyeya Herêmî ya Dîlokê, cezayê li hevşaredara bajarê mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak û hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel hatibû birîn, xera kiribû û piştî vê runiştina yekemîn a dozê wê sibê li 5’emîn dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê dîtin.
 
*Ligel navenda navçeya Nisêbînê li gundan jî dengê pevçûn û çekan li gorî rojên ewil kêm bû. Du taxên girêdayê navçeyê hatin valakirin. Şêniyên taxê guleyên hewanê yên ji qerekolê tên avêtin pirsîn û bersiva ‘Em bi armanca cerebandinê diavêjin’ ji qerekolê girtin.BI DÎMEN
 
*Binpêkirina kedê ya li navçeya Soke ya Aydinê xwe gîhandiye sînorên Parka Mîllî ya Buyuk Menderes, bi binpêkirina keda jinê dibe yek. Jinên gundê Akçakonak ya ku fabrîka Sîbaş Gida lê ye, kîloya nebata bi navê defne yanî ‘teynel’ bi 8 TL paqij dikin. Pispora Ewlehiya Kar Vezan Karabulut jî diyar kir ku hewcedarî bi alavên ku mijara zayenda civakî û xwezayê ligel hev nîqaş dike, heye. BI DÎMEN
 
*Şule Çet a ku rastî îstîsmara Berk Akand û Çagatay Aksu hat û ji qaatê 20’an hat avêtin û qetilkirin, çaremîn rûniştina doza wê sibehê ye. Di rûniştina ku zayendperestiya daraz, gumanbar û parêzerên gumanbaran derket holê, jin edaletê dipên. Di rûniştinê de rapora derûnî ya Şuleyê ji nû ve tê payîn û her wiha wê li hevala wê ya malê bê guhdakirin.
 
* Endama HDP PM’ê Gulay Gun Bîlîcî operasyona Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û bertek da dengê erê yê CHP’ê ya ji bo tezkereyê da û got: “CHP siyaseta xwe ya qirêj didomîne. Ji bo tu zarokên dayikan mirov ‘bi dilşewitî nikarin bêjin bila biçe bimire’.” BI DÎMEN
 
*Siyasetmedarên jin diyar kirin ku operasyona li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ya Artêşa Tirk li dijî şoreşa jinê ye û ev tişt gotin: "Dîmenên Hevrîn Xelef nîşanî me dan ku xetereye çawa û zîhniyeteke ça li wê derê tê meşandin. Em li dijî vî şerê ku hatiye destpêkirin û polîtîkayan bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li gel jinên Rojava cihê xwe bigirin." BI DÎMEN