Rojbîn Çetîn bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin

  • 14:46 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn ya bi îşkenceyê hat binçavkirin û 11 rojan di bin çavan de ma, li dozgeriyê îfade neda û sewkî dadgehê kirin.  
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endma Lijneya Rêvberiyên Demokratîk ên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçik û polîsan îşkence lê hat kirin 11 roj e li Mêrdînê di bin çavan de tê girtin, duh li emniyetê xwestibûn îfadeya wê bigirin lê Rojbînê mafê xwe yê ne axaftinê bi kar anîbû.  Rojbîn a ku li emniyetê îfade neda îro ji bo îfadeya wê bê girtin birin edliyeyê.
 
Rojbîn a ku li edliyê jî îfade neda, bi daxwaza girtinê sewkî dadgehê kirin.
 
Ji bo ku piştgiriyê bidin Rojbînê endamên rêxisinên HDP'a Amed û Mêrdînê û aktîvîstên TJA'yê li edliyê amade bûn.