Meclisa Jinan a HDP'ê li Geverê tundî niqaş kir

  • 16:47 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Li navçeya Geverê di çarçoveya "Têkoşîna jinan li her derê ye" de jin hatin gel hev û li ser têkoşîna bi tundiya li ser jinê niqaş kirin.
 
Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê li navçeya Geverê di çarçovya, "Têkoşîna jinan li her derê ye" de li avahiya navçeyê ya HDP'ê bi jinan re civîn li dar xist. Di cîvîna ku hat kirin de Hevseroka HDP'ê ya Geverê Sadiye Kirmizigul, aktîvîstên TJA'yê û gelek jinan tevli bûn.
 
Jinên ku mijarên xwe niqaş kirin piştî niqaşan civîna xwe bi dawî kirin.