'Di ezmûna jiyanê de bi ser ketim û di ajotina motosîklêtê de bûm pispor'

  • 09:01 11 Tîrmeh 2019
  • Jiyan
Sorgul Şêxo-Ronîda Hacî
 
HESEKÊ - Jina ku bi salan e têkoşîna guhertina zihniyetê dide meşandin niha di heman demê de li dijî paşverûtiyê jî li berxwe dide. Jina Ereb a bi navê Şemsa Bekir bi lêv kir ku ew bi têkoşîna xwe hînî ajatina motosikletê bûye, bi vî awayî alîkariya mirovan jî dike, di heman demê de mamostetiyê dike û wiha got:"Ji ber di nava civaka Ereb de zihniyetên paşverû zêde ne û bi taybet zextê li jinan dike loma jiyan dijwartir dibe. Min her xwest van qaliban bişkînim. Ez hînî motosikletê bûm û min bi vî awayî xwest ku ez alîkariya mirovan jî bikim." 
 
Di cîhanê de dijwartirîn şer şerê guhertina hişmendiya civakan e, taybet civakeke ku xwe li ser tunekirina jin û mafê wê, ava dike û her xwe mezin dike. Civaka ku niha bi hişmendiya mêr tê meşandin zanebûna jinê di warê siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî de înkar dike, azadiya wê tenê di navbera çar dîwarên malê de sînordar dike. Jinê her dem li dijî neheqiyê ku tê kirin serî hildaye û hember guhertina zihniyeta civakê têkoşîneke domdar û di asteke bilind de didin meşandin. Di civaka Ereb de her li ser jinê gotina ku şerm e ku tu biaxivî, nabe ku ji deriyê mala xwe derkevî nabe, hatiye ferzkirin. Lê hin jinên ku wêrek, xwedî bawerî û erkê guhertina zihniyeta civakê hildan ser milê xwe û di ezmûna xwe ya jiyanê de bi ser ketin yek jê jina Ereb û Mamosteya Erebî Şemsa Bekir a ji gundê Um El-Xêr ê girêdayî Navçeya Til Temirê ye.
 
Şemsa Mihemed Bekir a 41salî dayika 5 zarokan e. Li gundê Um El-Xêrê  dijî. Hevserê wê li Çiyayê Kizwanan koçeriyê dike û ew li dibistana gundê xwe Mamosteya Zimanê Erebî ye. Şemsa serpêhatiya jiyana xwe ji zarokatî de heta roja me ya îro, ji me re rave kir. 
 
'Ji zarokatiya xwe de ez xwedî kesayet bûm' 
 
Şemsayê diyar kir ku di zaroktiya xwe de ew xwedî kesayet bû û wiha got:"Di nava malbatê de her ji min re gotina şermê dihat duberekirin. Lê bavê min her piştgiriya min kir ku ez adetên civakê bişkînim. Dema ku ez 13 salî bûm bavê min ez fêrî ajotina motoskilêtê kirim, rojane 4-5 saet em diçûn çolê dûrî mal û zarokan û ez fêr dikirim, da ku eger qeza çêbibe zirar li derdorê nebe."
 
'Di 13 saliya xwe de fêrî ajotina motosiklêtê bûm û min alîkariya mirovan dikir'
 
Şemsayê da zanîn ku dema kesek nexweş be ango bixwaze biçe gundekî din ez bi wan re dibim alîkar û wiha dewam kir:"Piştî ku ez fêrî ajotina motoskilêtê bûm, kesên ku nexweş diketin min bi motoskilêta xwe ew danîn nexweşxaneya bajêr ji ber ku ji gundê me dûr e. Di heman demê de piştî ku ez zewicîm jî, pêdiviyên ji mala min re pêwîst bû jî ez diçim bazarê û ji wir pêdiviyên mala xwe dikirim û vedigerim malê."
 
'Ez li hember paşverûtiya civakê têkoşiyam û di ezmûna xwe de bi ser ketim'
 
Şemsayê teqez kir ku şerê guhertina zihniyeta civakê dijwar e lê divê mirov dev ji têkoşîna xwe bernedin û wiha got:"Di civaka Ereb de taybet jin her hatiye çewisandin lê jinan hêviya xwe ya bi hêz û îradeya xwe winda nekir û bi wê hêvî û baweriyê şerê guhertina hişmendiya civakê kir û bi vî rengî di ezmûna jiyanê de bi ser ketin. Mînaka wê jî ez im, eger min gotinên civakê ku ji hêza jinê kêm dike û guhdar bikira îro ez di ajotina motoskilêtê de nedibûm pispor."
 
'Di jiyanê de tiştekî ku jin nabe bike tune ye, jin afrîner e'
 
Şemsayê daxuyakirin ku di dema perwerdeya dayikan de ew bi motoskilêtê xwe diçe û têm malê û wiha dewam kir:"Dema ku dibistan vekirîbûn min zarokê xwe bi xwe re dibirin ji ber di zivistanê de zarok nikarin di serm û baranê de bimeşin. Di vê Perwerdeya Dayikan de jî ez bi motoskilêta xwe diçûm û dihatim. Gelek caran jî min mamosteyek jin bi xwe re dianî. Di jiyanê de tiştekî ku nabe tune ye li hember her pirsgirêkekê çareserî heye."
 
'19'ê Tîrmehê jêderk û kaniya azadiya jinê ye' 
 
Şemsayê berhemên Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi bîr xist û wiha got:"Ev 8 sal in em di pêvajoya xwebirêvebirin û rêxistinkirinê de ne taybet jinên Ereb. Jinên Ereb ji pêvajoya ku xewnên wan ên zaroktî dihatin qetilkirin niha di pêvajoya ronîkirinê de ne û xwedîderketina li azadiya jinê bêtir bû. Êdî em û zarokên xwe bi aramî dijîn, dixwînin û didin xwendin. Eger rêxistina jinê neba gelo wê çarenûsa bi hezaran jinî çawa ba?"