Li Colemêrgê ji bo 30 rojî qedexeya çalakiyan hat îlankirin

  • 20:23 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Walîtiya Colemêrgê ji bo 30 rojî, li Colemêrgê qedexeya çalakiyan îlan kir.
 
Walîtiya Colemêrgê li ser sîteya xwe ya internetê ji 16'ê Cotmeha 2019'an saet di 00.00'an heta dîroka 14'ê Mijdara 2019'an heta saet 23.59 qedexeya çalakiyên li qad, kolan, kuçe, rê, park ên wekî mîting, civînên li derve, pêşandan, meşi, çalakiya rûniştinê, grevên birçîbûnê, vedana konan, daxuyaniya çapemeniyê, daxuyaniya çapemeniyê, vekirina standê, vêxistina meşaelyan, belavkirina belavokan îlan kir.