'Bila kes nebe hevalê komkujiyê'

  • 20:42 14 Cotmeh 2019
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Kongreya Star Mûnewer Xalid, yek ji dayikên ku berê xwe dabû Serêkaniyê ku bibe mertalê zindî li dijî êrîşên li ser xaka Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê, got: "Komkujiya li ber çavê me pêk hat divê dinya bibîne û li dijî vê yekê bêdeng nemîne."
 
Şêniyên Herêma Cizîrê ku bi hezaran berê xwe dan bajarê Serêkaniyê ku bibin mertalên zindî, rastî komkujiya bi balafirên ji aliyê dewleta tirk ve hatin û di encamê de 74 kes birîndar bûn û 12 kesî jî jiyana xwe ji dest dabûn û di nav de rojnamger jî hebû. Derbarê mijarê yek ji dayîk û di heman demê de endama Kongreya Star e Munewer Xalid, nirxandin kir.
 
Munewerê wiha got:"Doh tevahî netew li herêma Cizîrê kom bûn û berê xwe dan Serêkaniyê. Armanca çûyîna me dema ku mirov dibîne welatê wî tê dagirkirin û sivîl di komkujiyan re derbas dibin, mirov nikare li cihê xwe bisekine. Ger îro Serêkaniyê be sibe bajarên din ew ê bibin hedef. Divê ku mirov li himber dijmenekî ewqas hov serî hilde."
 
'Li ber çavê cîhanê komkujî bi ser gelê sivîl de anîn'
 
Munewer diyar kir ku dema ew gihaştin Serêkaniyê ew rastî êrîşên dewleta tirk hatin û wiha got: "Di dema em gihaştin bajarê Serêkaniyê ku me xwest em ji erebeyên xwe dakevin û bibin Mertalên zindî li dijî van êrîşan ku em nameyekê bidin, em gelê sivîl in, em vê dagirkerî û êrîşan qebûl nakin. Lê belê dewleta tirk li ber çavê tevahî cîhanê bi balafiran êrîşî sivîlan kir. Em sivîl bûn, dayki bûn, bê çek bûn, dema her kes jî li beramberî wê komkujîya li ser gelê sivîl bêdeng ma êdî me bawer kir ku saziyên mafê mirovan di cîhanê de bê wesif in."
 
'Bila kes nebe hevalê komkujiyê'
 
Munerwerê wiha dom kir: "Me komkujiyek li ber çavên xwe dît. Di wan kêliyan de em wek dayîk me tevahî dewletên navnetewî şermezar û lanet kirin, me çi kiriye em vê qetilamê bijîn? Me tiştek fêm kiriye, dewletên navneteweyî bi dewleta tirk re qirkirina me dixwazin. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku êrîşî kesî nekirine, tenê dixwazin li welatê xwe bi rûmet bijîn, lê dewleta tirk carek din komkujiyê bi ser sivîlan tîne. Bila kes nebe hevalê komkujiyê"
 
'Em ê li berxwe bidin'
 
Munerwer wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me biryarek girtiye, ku em ê li ser axa xwe bimînin. Em ê li pişt û kêleka şervanên xwe bin. Di dema komkujiyê de dewleta tirk bi balafiran êrîşî ambûlansan dikin. Loma me bi xwe birîndar û şehîdên xwe rakirin û bi tilîlî û berxwedanê rakirin Tiltemirê. Em  tenê berxwedanê nas dikin, em ê li ser vê axê bi rûmt bijîn û em ê her li vir bin. Em ê li berxwe bidin."