Rojbîn Çetîn a bi îşkenceyê binçav kirin hat girtin

  • 16:50 7 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Aktîvîsta TJA'yê Sevîl Rojbîn Çetîn a ku îşkence lê hat kirin û 11 roj bû di bin çavan de dihat girtin ji aliyêa Dadgeriya Sulh Cezayê ya Nobedar ve hat girtin. 
 
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) û endma Lijneya Rêvberiyên Demokratîk ên Xwecihî Sevîl Rojbîn Çetîn ku bi kuçik û polîsan îşkence lê hat kirin 11 roj bû li Mêrdînê di bin çavan de dihat girtin, duh li emniyetê xwestibûn îfadeya wê bigirin lê Rojbînê mafê xwe yê ne axaftinê bi kar anîbû.  Rojbîn a ku li emniyetê îfade neda îro ji bo îfadeya wê bê girtin birin edliyeyê. Rojbîn a ku li serdozgeriyê jî îfade neda bi daxwaza girtinê ew sewkî Dadgeriya Sulh Cezayê ya Nobedar kirin. Serdozgeriyê derbarê Rojbînê de biryara girtinê da.
 
Rojbîn a bi îdaya "endama rêxistinê" hat girtin şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. 
 
Hat diyarkirin ku Rojbîn bi îfadeya 4 şahidên nepen ku di dosyaya Hevşaredara Dêriyê ya girtî Mulkiyê Esmez, ya Stewrê Gulîstan Oncu, ya Şemraxê Nalan Ozaydin û ya Koserê Nilufer Eelîk Yilmaz de cih digirin hatiye girtin. 
 
Piştî girtina Rojbîne jinên TJA'yî û HDP'yî xwestin daxuyaniyê bidin lê daxuyaniya wan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.