Fatma Arslan: Kartolên hawêredekirî zerarê didin tendirustiyê

  • 09:06 23 Adar 2019
  • Tenduristî
Zeynep Durgut
 
WAN - Têkildarî hawêrdekirina xurekên ji welatên şer li wan heye, Hevberdevka SES'ê ya Wanê Fatma Arslan nirxandin kir. 
 
Tirkiye di sala 2002’an de ji hilbirîne veqetiya. Li Tirkiyeyê bi sekinandina  hilbîrînê re krîza aborî dest pê kir û Tirkiyeyê ji derveyî welat dest bi hawêrdekirina goşt û xurekên din kir. Polîtîkayên hawêrdekirinê aloziya aborî kur kirin û bûn sedema krîza aborî. Tirkiyeyê ku hemû cureyên xurekan dikarin lê bên hilberandin hat asta ku ji welatên her daîm şer li wan heye yên wekî Suriyeyê kartolan hawêrde bike. Kartolên ku li axa bi madeyên kimyewî tîjî ye hatine çandin û bi riya hawêrdekirinê difiroşin welatiyan pêşiya nexweşiyên giran vedike. Têkîldarî mijarê hevberdevka SES’ê ya Wanê Fatma Arslan nirxandin kir. Fatmayê diyar kir ji herêmên şer li wan heye hawêrdekirina xurekan zirareke mezin dide tendûristiya gel û got ku pirsgirêk bi hawêrdekirinê çareser nabe. 
 
‘Pirsgirêk bi hawêrdekirinê çareser nabe’
 
Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşanî zerara xurekên tên hawêrdekirin û got ku hawêrdekirina  xurekan pêşiya pirsgirîkên tendûrîstiyê vedike û wiha axivî;”Li Tirkiyeyê krîza aborî ya heyî her qadên civakî bandor dike. Aloziya aborî roj bi roj mezin dibe û wekî çareserî hikûmet hawêrdekirinê  esas digire. Lê ji xeynî hawêrdekirinê divê hilbirîn esas bê girtin. Hawêrdekirin ne çareseriye. Tirkiye bi hilbirîna xwe dewlemend e û dikare ji her fêkî û zebze çandinî lê bê kirin. Lê ji fêkî bigirin heta goşt her tişt ji derve tê hawêrdekirin ev jî pêşiya zirarên mezin vedike. Gava ku goştê sor hate hawêrdekirin pirsgirêkên mezin derketin holê.”
 
‘Goştê ku tê hawêrdekirin nayê parastin’
 
Fatmayê destnîşan şarbonê kir û got ku şarbon hebû lê di  girtekên fermî re nehat deraskirin û wiha dom kir;”Li gel hawêrdekirina goştê sor Şarbon derkete holê. Li gel bertekan jî ev şarbon neket rojeva hikûmetê û pêşiya ketina wê ya rojevê hat girtin. Ji bo ku ev nekeve fermiyetê li ser xebatkarên tendûrîstiyê êrîşên mezin pêk hatin. Ew goştê ku dihate hawêrdekirin nehat parastin û di laboratuvaran re nehat derbaskirin. Li gel van îhmalan di nava gel de nexweşiyek belav bû. Li Bedlîs û Colemêrgê Şarbon hate dîtin lê ev bi tu awayî wekî Şarbon nehat qeydkirin.” 
 
‘Xurekên ku ji Suriyeyê tên hawêrdekrin zerarê didin tendirustiyeê’
 
Fatmayê da zanîn ku hawêrdekirin pêşî li nexweşiyan  vedike û wiha pê de çû;” Li Suriyeyê kartol tên hawêrdekirin. Sureye herêma şer e. Ji Suriyeyê hawêrdekirin kartolan xeteriya li ser jiyanê zêdekirine.  Suriye herêma şere û li wir çekên kimyewî  tên bikaranîn. Ew kartolên ji wir tên hawêrdekirin jehreke kimyewî tê de heye. Ev pêşiya pirsgirîkên tendûristiyê vedike. Ew xurekên ku ji Suriyeyê tên hawêrdekirin ji tendûristiya gel re zirar û rîske." 
 
'Li şûna hawêredkirinê bila hilberîn bê kirin'
 
Fatmayê di dawiya axaftina xwe de destnîşanî karesata Çernobîlê ya beriya bi salan jî  kir û wiha dawî li axaftina xwe anî;” Di teqîna Çernobîlê de ax ji wê bandor bû  û di nav gelê li rojavayê Tirkiyeyê de nexweşiya penceşêrê belav bû. Ji ber wê jî ew xurekên ku ji Suriyeyê tên hawêrdekirin ji tendûristiya gel re zirar e. Dibe ku di demên pêşiya me de em bi pirsgirîkên giran yên tendûristiyê re rû bi rû bimînîn. Divê li şûna hawêrdekirinê hilbirîn esas bê girtin û qadên hilbirînê bên vekirin.”