Teşîsa nexweşiya hemofîlî di zikê dayikê de dikare bê kirin

  • 09:08 5 Hezîran 2019
  • Tenduristî
NAVENDA NÛÇEYAN - Nexweşiya xwînîbûnê-tîrbûna xwînê ya roja îro hemofîlî, dikare zû bê teşîskirin.
 
Nexweşiya hemofîlî bi giştî piştî welîdînê dest pê dike û seranserê jiyanê dikare dubare bibe. Hemofîlî nexweşiyeke; qelsbûna proteînên ji welîdinê tên yên rê li ber tîrbûna xwînê vedike an jî ji ber tunebûna proteînê, xwînîbûn-tîrbûn dertê holê. Kesên hemofîlî piranî bi movik û lemlateyên wan de xwînbûnê çêdike. Ger baş neyê şopandin û dermankirin dikare rê li movikan xera bike û rê li ber seqetiyan vebike.
 
Prof. Dr. Bulent Zulfîka da zanîn ku ji bo kêmasiya faktor VIII re Hemofîlî A, ji kêmasiya Faktor IX re hemofîlî B, ji kêmasiya faktorên din re (V,VII, X,XI, XIII) re jî faktorên kêm tên dîtin, ji kêmasiya faktora VIII re nexweşiya Vîllebrand tê gotin. Hemofîlî A û B bi zarokên keç û kur re tê dîtin. Zarokên keç vê nexweşiyê derbasî kesên din dikin. Cureyên din jî hem bi keçan re hem bi kuran re tên dîtin.
 
Bulent  der barê hemofîliya ku seranserê jiyanê tê dîtin de wiha got: “Ji sedî kesên bi vê nexweşiyê ketine, bi malbata wan re jî ev nexweşî hebûye û ev jî ‘famîlyal tîp hemofîlî’ ye. Ji sedî jî ji ber mutasyonên bi dayikê re pêş ketine tê dîtin û ev jî ‘sporadîk tîp hemofîlî’ ye.”
 
‘Teşîsa di zikê dayikê de pêkan e’
 
Bulent destnîşan kir ku di zikê dayikê de ev nexweşî dikare bê tespîskirin û ji bo vê jî divê tipa mutasyona genetîk a zarok an jî kesên hemofîlî yên malbatê bê zanîn. Piştre tê diyarkirin ku bebeka zikê dayikên nexweşiyê derbas dike an na. Di roja îro de bi xebatên preîmplantasyon re bebek dikare bê nexweşî jî bê dinê. Dermankirina Gen jî ji bo nexweşiyên hemofîlî bi hêvî ye.”