Dr. Fîlîz Unal hişyar kir: Odeyên sepsîs dikarin dîsa bên avakirin

  • 09:10 19 Îlon 2019
  • Tenduristî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Endama ATO Dr. Fîlîz Unal diyar kir ku bi êrîşên li hember mafê kurtajê re, jin li cihên nebaş neçarî ku zarok ji ber here, tên hiştin û wiha got: “Ev tişta tê kirin wê dîsa bibe sedema derketina odeyên sebsîsê. Beriya ku bên asta kurtajê divê xizmetên tenduristiya parastî bê dayîn, lê li nexweşxaneyan kondom an jî heb tune ne.”
 
Di rojên borî de Midûriyeta Emniyeta Stenbolê li Stenbolê ji nexweşxaneyan lîsteya kesên ‘sendroma polîkîstîk over’ û jinên temenê wan di navbera 30 û 40’î de kurtaj kirine xwestibû. Li dijî vê pêkanînê li her derê Tirkiyeyê bertek tê nîşandan. Odeya Tabîban a Stenbolê (ÎTO) diyar kir ku di encama bertekan de biryara daxwazkirina lîsteyê şûnde hatiye kişandin.
 
Endama Komîsyona Mafê Mirovan a Odeya Tabîbên Enqereyê (ATO) Fîlîz Unal bertek nîşanê vê lîsteya ku jinan qeyd dike, da û da zanîn ku di pêvajoyên pêş de wê êrîşên li hember bedena jinan jî zêde bibe.
 
‘Daneyên bi qanûnê tê parastin nikare bê xwestin’
 
Fîlîzê diyar kir ku daxwazkirina lîsteke wisa ku Midûriyeta Emniyeta Stenbolê ji wezareta Tenduristiyê dixwaze li dijî rêbazên etîk û mafê mirovan e û wiha pê de çû: “Di dewleta hiqûqê de, hinceta her karê ku dewlet bike heye. Di bin wê hincetê de jî ji bo fêdeya civakê dikare bê xwestin. Dema mirov li nivîsê dinêrin; mafên min yên bi qanûnan tê parastin tu nikarî bixwazî. Tu nikarî daneyên der barê etnîka min, nîjad, jiyana min ya zayendî û agahiyên min yên tendursitiyê bixwazî. Tu nikarî baweriya min, nêrîna min ya siyasî û endamê kîjan rêxistinê ye, lîste bikî. Der barê vê de nikare arşîvek bê girtin. Rewşên pir bi sînor hene. Jiyana me ya zayendî û jiyana tenduristiya me nikare bikeve rewşên îstîsnaî. Yekane şerta komkirinê heye; Divê destûr hebe û ji bo xebateke zanistî destûr bê girtin. Weke din jî tiştek wisa ne pêkan e.”
 
‘Esasa zextê tê afirandin’
 
Fîlîzê di berdewamiyê de bi lêv kir ku tu hinceta der barê daxwazkirina daneyên tenduristiyê de tune û daneyên tenduristiyê bi wezareta tenduristiyê re ye, ne rast e ku bi wezareta karê hundir re bê parvekirin. Fîlîzê ev tişt daxuyand: “Yekane daxwazakirina vê dibe ku hebe; Kesên ku hêza dewletê niha destê wan de ne, mixabin li ser jinan esasa êrîşê diafirîne. Di heman demê de ji bo li ser kedkarên tenduristiyê zextê bikin van agahiyan di destê xwe de digirin. Ji doktoran pirsa ‘te çima kurtaj kir, te îsal 8 kurtaj kiriye, te bi kîjan hincetan kiriye?’ dipirsin. Bi vî awayî zextê ava dikin.”
 
‘Ev tê wateya ku wê dîsa odeyên sepsîs bên vî welatî’
 
Fîlîzê her wiha destnîşan kir ku piştî kurtaj bê qedexekirin şûnde wê jin berê xwe bidin xizmetên tenduristiyê yên ne baş û wiha pêd e çû: “Heta 30 sal berê jinên di şertên ne baş de zarok ji ber xwe dikirin, enfeksiyon digirtin, di odeyên sepsîs yên li nexweşxaneyên welîdînê hebûn de, li bendê mirinê dipan. Odeya sebsîsê tê vê wateyê; jehra bedena jinê tevlî xwînê dibû û êdî ew jin nedihat xilaskirin. Niha ev pêkanîna ku hewl tê dayîn bê kirin wê dîsa bibe sedema avabûnên odeyên sebsîsê.”
 
‘Divê doktor xwedî li pîşeyên xwe derkevin’
 
Fîlîzê anî ziman ku her pêngava der barê tenduristiyê de tê avêtin jiyana jinê dike zorê û got: “Ev tê wateya ku wê jin bimirin, wê zarok bimirin û wê gel mahkumê xizmeteke tenduristiyê ya bê kontrol bê kirin. Divê doktorê ku xwedî li pîşeya xwe derdikevin dikaribin vê bêjin; ‘nekevin navbera min û nexweşa min’. Desthilatdariya ku hemû hêz xistiye destê xwe, ji bo tîpa civakê ya dixwaze biafirîne, tenduristiya gel binpê dike.”
 
Ji bo hekîman banga hişyariyê
 
Fîlîzê di berdewamiya axaftina xwe de got rêxistinên navneteweyî di vê mijarê de rêgezên etîk ên TTB jî derbas kiriye, ava kirine û ev tişt bi lêv kir: “ Ji ber em rêbazên etîk jî pêk tînin divê em neyên cezakirin. Dibe ku rêbazên hiqûqê yên wî welatî têr nekin, ji ber vê rêbazên etîk derbasdar in. Ez bang li hemû bijîşkan dikim, li gorî rêgezên etîk tev bigerin. Hûn midûrê tenduristiyê bin jî rêgezên etîk di ser yên hiqûqê de ne. Hewcedariya gel bi vê heye. Ew jî dizanin ev dane zirarê didin. Dewleta kurtajê qedexe dike divê beriya ducaniyê tedbîran bigire. Ger jin naxwaze ducanî bimîne, rêbazên vê hene. Kes dikare bi doktor re biaxive û biryarê bide. Lê carna çi rêbaz bê kirin jî ducanî çêdibe. Wê demê jî ji bo kes kurtaj pêwist e.”
 
‘Alavên tenduristiyê yên wek kondom û heban tune ye’
 
Fîlîzê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hikûmet polîtîkayeke ku tenduristî û tenduristiya rih ya zarok tune dike, dimeşîne û wiha got: “Jinek bêyî parastin dikare nêzî 16 zarokan bîne dinê. Gelo em kîjan dixwazin 16 zarokî bînin dinê. Her 16 zarok jî bi awayekî tenduristiya wan baş nayê dinê. Bedena dayikê li ser hev dikare ducanî bimîne. Ji ber vê jî divê alavên ji bo vê teslîmî bijîşkan bê kirin. Li xizmetên tenduristiyê yên asta yekem de kondrom û heb tune ne. Ger tune be jî bêguman hûn jinê neçarî kurtajê dikin. Bi zîhniyeteke ku jinê tune dihesibînin, berdewam dike. Gotinên hikûmetê ne hiqûqî û etîkî ye. Ev gotin nikare bên qebûlkirin.”