Tabloya tenduristiyê ya li Tirkiyeyê: Rant, binpêkirin, nexweşî, deynê GSS’ê

  • 09:08 15 Çile 2020
  • Tenduristî
Dîlan Babat
 
ENQERE - Hevseroka SES’ê Gonul Erden der barê tabloya tenduristiyê ya Tirkiyeyê de axivî û got bi nexweşxaneyên bajar re di tenduristiyê de ‘dema nexweşiyê’ dest pê kiriye û got: “Unîteyên şewatê, dermankirinên pençeşêrê, karê nayne û ji ber vê jî tên girtin. Li şûna wê qadên ku karê ji wan re tînin, vedikin. Gelek dermanan jî ji derveyê Teblîga Pêkanîna Tenduristiyê (SUT) tê hiştin.
 
Hevseroka Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Gonul Erden der barê pirsgirêkên qada tenduristiyê de nirxandin kir.
 
‘Ji nexweşxaneyên bajar, deyn, fature derdikeve’
 
Gonulê bi lêv kir ku ji sala 2019’an heta niha li 10 bajaran 10 nexweşxaneyên bajar hatine vekirin û hîna jî projeyên nexweşxaneyên bajar didome û got: “Ji cihekî ku bi hevkariya dewlet û sermayeyê hatiye çêkirin, tenduristî dernakeve, bêtenduristî derdikeve, deyn û fature derdikeve. Ev qadên kar û rantê ne û keda xebatkarên tenduristiyê tê binpêkirin. Barê kar zêde dibe û kedê dikin bazirganî. Yek ji pirsgirêkên herî girîng a nexweşxaneyên bajar, zêdekirina barê xebatkaran e. Bi pergala ku kirine meriyetê re, qada tenduristiyê veguhertine qada kar û rantê. Mantika ku bi kar tînin jî heta ji destê wan bê, kêm xebatkar û pir zêde meşandina kar e.”
 
‘Navendên tenduristiyê bûne cihên hilberandina nexweşiyan’
 
Gonulê wiha got: “Hevalên bijîşk neçar dimînin ku rojê li 100-150 nexweşî binêrin. Bi zexta performansê vê zêde dike. Hevalên hemşîre hefteyê ji ser 100 saetî mesayiyê dikin. Nobetan digirin. Ev jî binpêkirina kedê zêde dike. Dema ku rant û kar bikeve nav, ev navend ji hilberandina tenduristiyê wêdetir, welatiyan nexweştir dikin. Divê nexweşxaneyên bajar bi giştî bên girtin û bi rêxistinên gel û tenduristiyê re bê axaftin.”
 
‘Çiqas nexweş evqas pere’
 
Gonulê bi lêv kir ku 40 sale li vî welatî di tenduristiyê de bernameya guhertinê tê bikaranîn, lê bi têkoşîna karkeran û gel re şûnde gav hatine avêtin û got: “Piştî AKP bi tena serê xwe bû desthilatdar ev pêk anî. Nêrîneke wisa hatiye afirandin, tê gotin ku ‘tu neyê nexweşxaneyê tu yê rehet nebî’. Ev nêrîn jî pergalê xwedî dike. Yanî çiqas nexweş serî li nexweşxaneyê bidin evqas pere tê qezenckirin.”
 
Gonulê her wiha destnîşan kir ku di tenduristiyê de asta yekemîn ya xizmeta tenduristiyê hatiye tunekirin û ji ber vê jî asta duyem û sêyem jî ji dewreyê derketiye.
 
‘Pereyê te hebe jî tu nikarî xizmetê bigirî’
 
Gonulê diyar kir ku ji ber SGK pereyê gelek dermanan nade, bi krîza aborî re gel zêdetir mexdûr bûye û got: “Mûçeyê asgarîyê bû 2 hezar û 324 TL. Vê pêkanînê bêguman mafê tenduristiya gel jî zêdetir zehmet kiriye. Mafê xizmetê ji aliyê dewletê ve divê bikeve bin ewlehiyê. Lê mixabin îro pergala tenduristiyê bi giştî hatiye taybetkirin, kirine bi pere. Hîna em gava xwe navêjin pere ji me tê birîn. Yanî dema bi qasî pereyê te tenduristî dest pê kiriye. Her wiha hatiye asteke wisa, pere hebe jî mirov nikarin xizmetê bigirin. Gel nikare dermanên xwe bigire. Her wiha gelek derman ji derveyê Teblîga Pêkanîna Tenduristiyê (SUT) dimîne. Ev jî tê wateya ku bi pereyê xwe dermanan digirin.”
 
Gonulê bal kişand ser deynên Sîgorteya Tenduristiyê ya Giştî (GSS) û got 5 mîlyon mirov derveyê GSS’ê ne û ev jî ji bo dewletekê şerm e û got: “Taloqkirina deynên prîman ne çareserî ye. Çima hûn taloq dikin. Tu neçarî xizmetê bidî welatiyan. Di demên hilbijartinê de wek soz an jî wek tehdîd derdikevin pêşberî me. Ji bo ev binpêkirin ji holê rabe jî divê têkoşîn bê meşandin. Divê hemû civak têbikoşe.”