Ji bo nexweşiyan dermanên xwezayî

  • 09:01 18 Çile 2020
  • Tenduristî
Berîtan Canozer - Medya Uren
 
AMED - Beramberî pêşketina dermanên modern dermanê xwezayî hêj jî hebûna xwe diparêze. Berîvan Karakaş a ku li dikana aktar dixebite bal kişand ser girîngiya giya û baharatan û got: "Di aliye dermanên xwezayî de jin bêhtir xwedî zanist in. Di nav civakê de hejmara nexweşê nexweşiyan gelek bûne. Mirov bi zanîstî giya û baharat bi kar bîne dê feydeyên wê bibîne."
 
Li beramberî pêşketin û dewlemendbûna dermanên modern dermanê xwezayî ku di nava kurdan de weke 'Dermanên Kurdî' tê zanîn hebûna xwe diparêze. Bi taybet jin ji bo çareseriya gelek nexweşiyan pêk tînin. Di nav civakê de bikaranîna zencefîl, darçîn, catir, cehcehik, îsot, celebên biharatan zêdetir tên bikaranîn. Li gelek welatan jî ji bo nexweşiyan serî li wargehên aktaran tê dayin. Li gorî daxuyaniya zanyaran gelek cureyên baharatê û giyayên xwezayî, ji bilî taybetmendiya tamê ji bo tenduristiyê jî gelek baş in. Heya biharat îro di qonaxa nûjen û zanyarî de ji bo gelek dermanên kîmyewî jî dibe çavkaniyeke bingehîn. 
 
Dermanên sereke
 
Hinar, tovê ketenê, darçin, pirasa, reşreşik, pîvaza zuha, behîv û gelek cure giya ji bo çareseriya nexweşiyên weke şekir, bêxewî, kêmbûna şîrê dayikê, penceşêr, demar, bêxwînî û bi dehan nexweşiyan din de roleke girîng dileyîze. Brokoli ji pirsgirêkên rûviya stûr û nexweşiya memikan re, reşreşik ji pirsgirêkên kezeba reş, perga zig, penceşêra xwînê, lenfoma, memik, pankreas û prostat re jî dibe bersiv. 
 
Hinar faktoreke girîng a ku pêşî li hûcreyên pençeşêrê digire ye. Darçin, zerdeçal ji bo kesên alzeymir pêre heye pêwîstiyeke. Ji bo pirsgirêkên sîstema parastinê jî divê sîr, zencefîl û kîvî werin mezaxtin. Kesên pirsgirêka bêxewiyê dijîn jî beybûn û çaya çarkıfelek tê pêşniyarkirin. Ji bo enfeksyona qirikê giyagewrik û cahtirî, ji bo kêmbûna şîrê dayikê ji riyanek, reşke (zîre) û reşreşik tê pêşniyar kirin.
 
Fêdeyên guz, zencefîl û pîvaza hişkkirî
 
Yek ji tiştên dîtina wan hêsan ku em herî zêde tê xwarin pîvaz e. Ji bo civaka me bi zêdahî dimezêxe di debarê wê de xwedî zanistên girîng e jî. Pîvaz pêşiya bakteriyan digire û xwînê paqij dike. Di astengkirina nexweşiyên penceşêrê de jî rolek girîng dilîze. Hevsengiya şekirê xwînê çêdike. Hiş û sîstema sinir û hestî  bi quwet dike. Ji bo astengkirina nexweşiyên sermayê jî rolek girîng dileyîze. Di dema reglê de ji bo jinan dibe antibiyotîk. Guz jî di qada bikaranîna rojane de sûdek mezin dide. Yek ji sûdên wê yên herî girîng ew e ku krîza dil asteng dike. Di lêlolînên zanistî de ji ev yek hatiye piştrastkirin. Zencefîl di rastkirina sîstema dahandinê de rol dileyîze. Ji derveyî wê ji bo werimînê, êşa mîdeyê tê pêşniyarkirin. Di paqijkirina gaza di hindirê mîde û rêviyan de xwedî erkek girîng e. Di dema dillêdanê de, hinavçûyînê de dibe dermanek. 
 
'Em bûne nexweşê nexweşiyan'
 
Berîvan a ku li aktar dixebite bal kişand ser girîngiya giya û baharatan. Berîvan di destpêka axaftina xwe de got her roj ew tiştekî nû di derheqê giyayan de lêkolîn dikin. Berîvan, diyar kir ku di aliye dermanên xwezayî de jin bêhtir xwedî zanist in û wiha got: "Divê ji bo çareseriyê tim serî li dermanên nûjen neyên dayîn. Li wir her carê tedawî bersivên erênî nadin ku di demên dawî de nexweşxane vegeriyane cihê bazirganiyê. Ger ku pereyê we yê fîş birînê tûnebe hûn nikarin muayene jî bibin. Ji ber vê sedemê her ku diçe em bûne nexweşê nexweşiyan. Di serêşanek herî hêsan de jî em dikevin nava derûniyek xerab. Em dikevin nava lêgerîna dermanên modern. Çareseriya ji bo van nexweşiyan ne ev dermana ne. Dermanên xwezayî dikare bersivek baştir bide.”
 
‘Ev ji bo me mîrasek e’
 
Berîvan di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku yek ji pirsgirêkên herî zêde civak pê rû bi rû dimîne êşa diran e. Berîvan li ser vê yekê wiha berdewam kir: “Ez gelek mirovan nas dikim ku tenê ji bo êşa diran gelek cure dermanan bi kar tînin. Ez jî wisa bûm lê dema min dermanên xwezayî baştir lêkolîn kir û min bandorên wê ferq kir, min dermanên modern ji jiyana xwe derxist. Ji bo êşa diran em dikarin pêşniyara dermanên xwezayî yên weke sîr, mêxik (qerenfîl), qeşa, îsota reş, zerdeçal û reşreşik bikin. Dema diran jan bide giyayê bi navê mêxik em deynin ser didan wê bandora xwe cîde nişan bide û diran wê rehet bibe. Ji bo pirsgirêka hinavçûyînê jî, muz, gêzer, lîmon, ji bo qebizbûnê ji bamî, qeysî û xurmeya Trabzonê rêyên çareseriyê ne. Ji bo enfeksyona qirikê jî giyagewrik dibe bersiv. Me van zanistan ji dapîrên xwe girtiye ku ev zanist bi hezaran sal in tê pratîzekirin. Ev ji bo me mîrasek bêhempa ye.”
 
‘Divê em ji xwezayê dûr nekevin’
 
Berîvan diyar kir ku ev derman weke çandek lê  hatiye û divê wê bidin berdewamkirin û wiha got: "Beriya hezar salan ev derman ji bo pêşîgirtina mirinan hatine lêkolînkirin. Divê em vê yeke bidin berdewamkirin. Rast e divê em serî li bijîşkan bidin ji bo teşîskirina nexweşiyan. Tê zanîn ku naskirina laşê xwe hîma herî bingehîn a tendirustiyê ye. Lê divê çuyîna bijîşkan jî nebe fêrbûn. Dermanên xwezayî heya ji bo nexweşiyên penceşêrê re jî dibe bersiv. Kîjan giya ji bo kîjan giyayê baş e divê bêhtir were lêkolînkirin. Divê em ji xwezayê û faydeyên wê dûr nekevin.”