Bi navê 'Ev Rê Naçe Buhuştê' peyamek dîrokî tê dayin

  • 09:15 27 Nîsan 2019
  • JI PÊNÛSA JINAN
Roza Metîna
 
Peyama ku herî dawî bi gotina "Ev Rê Naçe Bihuştê" tê dayin peyamek dîrokî ye. Reşahiyên ku zordestî ji xwe re wekî rêya bihuştê hilbijartibûn bi destên jinên Kurd ên ku buhuşt di dilê wan de ne, bi dawî dibin
 
Dema min nû dest bi pirtûka Nivîskara Jin a Kurd Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Buhuştê' kir kelecanekê bi dilê min girt. Çimkî helwest, eleqe û xebatên nivîskara gewre ya ji bo Wêjeya Kurdî hêjayî pesindayinê ye. Rûpelên yekem dema ku min xwend rêwitiyek nediyar bi tasvîrek xweş hatibû ravekirin û ez di bin bandorê de mam. Min meraq kir ka gelo ev rêwîtî wê ber bi ku derê ve biçe. Piştî rûpelên ewil min dît ku bi şêwazek herikbar honandina mijarê didome û di nava rûpelên pirtûkê de hem diêşim hem xeyal dikim. Çimkî mijara pirtûkê hem mijarek hessas hem jî gelek girîng e. Ev mijara girîng bi zimanekî herikbar hatiye honandin. Dema ku mirov pirtûkê dixwîne hês dike. Ya girîng jî ew e ku tu tiştên qewimiye hês bike. 
 
Lehengên jin ên ku bi pênûsa nivîskar tên ravekirin rastiya zihniyeta baviksalarî ya ku dibe sedema çewisandina jinê û civakê, radixîne ber çavan. Di rûpelên serî de ev benda gelek rastiyên jiyanê dide ravekirin: "Çipiskên xwînê li kitana spî ya Dayê Xasê ketibûn û wekî aleke birîndar, li ser vê romorka zemanê wê winda ba dibû. Toz û tebar rabûbû û em wekî tûmekî ji axa xwe qetiyayî dabûn berxwe, em digindirîn. Dûmana reş a ku li ser gund ketibû, wekî agirê sînga min de dû dikir." Di heman demê de di vê bendê de motîvên Kurdî jî hatiye bikaranîn. Kitana spî ya dayikên Kurd xwedî kevneşopiyek giranbiha ye. Loma xwîna li ser vê kitanê ketiye, gelek zext, zordestî û bûyerên Gelê Kurd jiyaye nîşan dide. Jin û zarok derketine pêş çimkî di şerekî de herî zêde jin û zarok zilm û zordestiya mezin dibînin. 
 
Mijara pirtûka Yildiz Çakar a bi navê 'Ev Rê Naçe Buhuştê' di sedsala 21'êmîn de şerma mirovahiyê radixîne pêş çavan. Jinên Kurd ên Êzidî yên ku li pêş çavên cîhanê bi her rengên zilmê rû bi rû hatin hiştin, bi pênûsa Yildiz Çakar bi awayekî hestiyar hatiye ravekirin. Di hinek cihên pirtûkê de çavên min tije bûn. Min xeyal û hês kir. Qêrîna zarok û jinên ku li dijî dijminên mirovahiyê li ber xwe didan di guhê min de olan dida. Reşahiya ku bi ser zarok û jinan de girtibû rastiya jiyanê ya bi êş rave dike. Bendek din a ku vê rastiyê rave dike yek jê ev bû:"Benikê qedera min ketibû destê mêrekî pîr. Ku di bin sîwana tarîtiyê de hebûna xwe mezin dikir. Benikê qedera wî jî bi wê banê tarî ve girêdayî bû. Wê niha min ber bi ku ve kaş bikira nizanim. Zincîrên ku destên min tê de asê kirine niha di destê mêrekî pîr de ye û min li dû xwe kaş dike." Bêrûmetiya zihniyeta baviksalarî û bi vê yekê girêdayî hêzên kapîtalîst ên ku ji bo berjewendiyên takekesî rûmeta mirovan dixe bin piyan, di vê bendê de diyar dibe. Keda jinê tê binaxkirin û bi vê yekê girêdayî zarok û civak jî ber bi rêyeke tarî ve tê kaşkirin. 
 
Dema min pirtûk xwend xalek din a ku herî zêde ez di bin bandorê de mam tiştê ku tê serê zarokê çil rojî bû. Tiştê ku tê serê kurikê çilrojî ji devê jinekê wiha tê ravekirin:"Kurikê min î çilrojî ji ber pêsîra min girt û ew kir qutîkeke rûnê pênc kîlo. Û ew bir bi darekê ve daliqand di bin tavê de. Di qutîkekê de çardeh rojî ma. Dema min ew ji wir anî û min kir nava ava sar her derê wî teqiya. Her derê wî ha. Destên min di nava ava teştê de bû. Û çavekî wî li ser avê mabû." Reşahiya ku di sedsala 21'emîn de jin û zarok di nava dîwarên hovîtiyê de asê dihişt, bi pênûsa nivîskareke jin careke din di hafizaya civakî de zindî dibe. 
 
Di pirtûkê de tevî zordestiyan reşahî dîsa bi destên jinên Kurd bi dawî dibe. Peyama ku herî dawî bi gotina "Ev Rê Naçe Bihuştê" tê dayin peyamek dîrokî ye. Reşahiyên ku zordestî ji xwe re wekî rêya bihuştê hilbijartibûn bi destên jinên Kurd ên ku buhuşt di dilê wan de ne, bi dawî dibin.