Tîma Futbolê ya Jinan li qadê têdikoşe

  • 09:02 25 Cotmeh 2018
  •  
Rûken Goman
 
QAMIŞLO - Lîstîkvanên Tîma Futbolê ya Vedeng der barê Futbolê de nêrînên xwe anîn ziman. Lîstîkvanên Futbolê yên jin diyar kirin ku ew li dijî hişmendiya ku dibêje 'Jin nikare' li qadan bersiv didin.
 
Li  navçeya Girkêlegê bajarê Dêrîkê yê Kantona  Qamişloyê  di meha tebaxê de cara yêkem Tîma Jinan a Futbolê ya bi navê Vedeng  hat avakirin. Tîma Futbolê ji 11 jinan pêk tê. Lîstîkvanên Futbolê têkîldarî futbolê de axivîn û gotin ku ew bi bîrdoziya jinê li qadan têdikoşin.
 
 'Me hişmendiya ku dibê 'Jin nikare' hilweşand'
 
Lîstîkvan Solîn Ehmed bi lêv kir ku avakirina tima futbolê ya jinan bi hemû jinan re kelecaneke mezin afirand û wiha got:" Bi rastî wekî jinên ciwan avakirina Tîma Futbolê ya Jinan bi me re kelecanek û moralekî mezin afirand. Avakirina tîma futbolê di heman demê de ji jinan re di werzîşê de  pêşiya derfetên nû vekir. Di futbolê de her tim mêr hebûn, lê me ev hişmendî şikand û me nîşanda  ku werzîş ne tenê ya mêran e. Bawerî bi hêza jinan nehat ji ber wê futbol li gorî civaka serdest karê mêran bû. Di futbolê de jin ji mêran serkeftî û jêhatir in. Ji ber ku jin gelek estetîk dilîzin."
 
' Jin di futbolê de pir serkeftî û jîr in'
 
Lîstîkvan Emel Silo jî bang li hemû jinên ji futbolê hez dikin kir û got ku bi xwe bawer bin em dikarîn û wiha domand:"Di jiyanê de werzîş ji bo tendûristiya mirov pir girîng û baş e. Ez ji zarokatiya xwe de û heta niha futbolê dilîzim. Lê wek îro derfet tunebûn ku ez di tîmekê de bilîzim. Her jinek di tîmê de îradeyek e. Jin di futbolê de pir serkeftî û jîr in.  Hêvî dikîm ku em di futbolê de bigihîjîn astên herî bilind. Bila her jinek  hezkiriya futbolê bê tevlî me bibe û em bi hev re hêza jinê nîşanî civaka baviksalar bidîn."